XERÎBIYÊ
Gava bi çavê girtî,
te ez dîtim.
bi guhê ker
te guhdarîkir,
û
bi sînga sar
te ez hembêzkirim,
Êdî min
kirasê xewna jibîrkirî
li xwe pêça,
û ji hêrsa asmanê te yî har
min xwe da bin
sîwana bagerê .
Dilê min
Çima To nahêle
Evîna te min sabike
Giyanê te min germ bike
Di kelim
Di nalim
Dilo bi kilo birîna te kûrre
Derdekî bê dermane
Gelo ezê ji kêre bêjim
Helwest û sirûda xwe
Wê kî guhdarîya min bike
Evîna min di nava rûpelê Dîrokê de
Bê hêvî kirin
Ma gelo Mirov bê evîn
Azadî dikare jiyan bike
Her ko kesekî Evîndar tê bîra min
Dilê min lê dide
Çavên min rondikan di barîne
Bi tenha di mînim
Têbêrîn min diksînin
Dergeh têne vekirin
Ta ji min dûr dikev?e
saw
Erd û Ezman
xwe li min radipêçe
Lalish
ji destê Pîr Êzdîn
Lalisim buhstra erdê me
Pir ser bilindim bi wê
Canê xwe didim ji bo wê
Ez bi navê xwe ji sekir sêrîntirim
Gula her dem û dem canim
Li xaka Êzid xanim
Bi xemil û xêzê grianim
Dilim li her dila nim
Gulim li her baxanim
Lalisim ez bi xemil û xêzê giranim
Ji tinabûnê ezim hebûn
Bi ava herî zelalim berî her ava me
Kaniya sipî me mora Êzîdî me helalim
Cil sipîme her û her ciwanim
Lalisim ware Êzidxanim
Bi beratim havênê erdê me
Lalisim bûhista cîhanim
Ez bi hezarê sal kevanarim
Lalisim riknê dest pêka cîhanim
Bawariya hemû dilanim
Ez ci bêjim nadê pesnê te
Ezman bandikê bi navê te
Lalis lalis lalis
PÊSMERGE
Evîna te hembêzkir;
jibîrkir
ko dilê wî ne hejyaye!!??
Buxçika te hilgirt;
jibîrkir
ko gepa nanê wî ziwaye !!??
Û
Hêsrên te paqijkir;
Lê jibîr nekir
ko kela wî
ji tihna wa ye !
PAKREWAN
Ew digrîn
li ser lasê sar
ê gul li ser belavin
gulek li ser gerdenê ye
gulek li ser zike
gulek li ser mile
gulek di nav lêvan de ye.
Xewna rewrewk
Dema çavên xwe
ji xewna gelemse vekir
çarika resîyê tev çirand
wê çaxê..ew û yara dil bikul
li hevdû civiyan..
û qunaxa dûrbûnê
himbêz kirin..
Lê tu kesî bêhna wanî pizot
sar nekir
ji bilî rewrewka
desta Mêrdînê
û hingûra çiyayê Torê